Li Şirnexê polîs û tîmên taybet di ser malan de girt û di nav de belavkarên Azadiya Welat jî heyî 9 kes binçavkirin.
Yekîneyên tîmên taybet û polîsan şevê din li gelek taxên Şirnexê di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serûbin kirin û hemû alavên malan belav kirin. Di encama serdegirtinan de belavkarên Rojnameya Azadiy Welat Veysî Înan û Zekî Çelîk jî hene Giyaseddîn Yesugay, Husnu Yesugay, Hamza Sondak, Ridvan Katar, Siddik Otun, Nesrîn Çorak û Mehmet Sevîk hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku, 9 kes ji ber tevlî merasîma cenazeyên gêrîlayê HPG'ê yên ji aliyê bi hezaran welatiyan ve ji Çiyayê Cûdî girtin bûn hatin binçavkirin. Kincên kesên hatin binçavkirin jî ji aliyê polîsan ve hatin destserkirin. Hate zanîn ku, kesê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê.