Li Şirnexê polîsan êrîşî ciwana kir

Li Şirnexê polîsan êrîşî ciwana kir

Ciwanên Şirnexê xwestin serweriya gêrîlayên HPG'ê ya li Elkê bi fîşekên hewayî pîroz bikin û lê polîsan êrîşî ciwana kir.

Li navenda Şirnexê komek ciwan xwestin şevê din bi armanca serweriya gêrîlayên HPG'ê ya li navçeya Elkê, bi fişekên hewayî pîroz bikin. Koma ciwanan li taxa Cumhuriyet û Zapê li kolana Roboskê gihiştin hev û xwepêşandana fîşekê hewayî lidar xistin. Di xwepêşandanê de polîsan bi gazên îsotê û ava şid êrîşî ciwana kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, kevir û molotofan bersiv dan polîsan. Pevçûn heya direngiya şevê berdewam kir. Hate zanîn ku, di bûyerê de tu kes nehatiye binçavkirin û kes birîndar nebûye.