Li Şirnexê polîs bê serûber bombeyên gazê bikartîne

Li Şirnexê polîs bê serûber bombeyên gazê bikartîne

Li gelek tax û kolanên Şirnexê polîsên ku li kolana digerin bêyî sedem û hincet bombeyên gazê bikar tînin. Ji ber vê helwesta polîsan welatiyan bertekên xwe anîn ziman û ev helwesta polîsan şermezar kir.

Welatiyên Şirnexê diyar kirin ku, polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan li taxa Vakifkentê û gelek taxên din di demjimêren serê sibehê de bêserûber bombeyên gazê bikar anîn. Welatiyan da zanîn ku, polîs her şev bi maşîneyên zirxî li nava kolanan digerin û welatiyan bêzar dikin.

Li aliyê din li navçeya Cizîrê jî komek welatî li kolana Îpekê li ser rê barîkat danîn û rê li trafîkê girtin. Komê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li taxa Sûrê maşine rawestandin û nasname kontrol kirin. Pişt re polîsan bi wesayîtên zirxî êrîşî komê kir û pevçûn derket. Ciwanan bi keviran bersiv da polîsan û polîsan bombeyên gazê ketober avêt derdorê. Heta derengê şevê şerê di nava polîs û ciwanan de berdawam kir.