Li Şirnexê pevçûna polîs û ciwanan

Li Şirnexê pevçûna polîs û ciwanan

Li Şirnexê di navbera koma ciwanên xwest meşê bikin û polîsan de pevçûna bombeyên gazê û guleyên hewayî derket.

Li Şirnexê komek ya ciwana ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Omer Kavak kombûyîn, demek dirêj guleyên hewayî teqandin. Pişte di navbera ciwanên ku dest bi meşê kirin û polîsan de pevçûnê rû da. polîsên ku bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî ciwana kir, ciwana jî bi molotof û guleyên hewayî bersiv da. Ji ber ku bê hed bombeyên gazê hatin avêtin rûniştvan jê bandor bûn. Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de heya direngî şevê dom kir. Hate hînbûn ku, di bûyerê de ti kes nehate binçavkirin.