Li Şirnexê komplo hate şermezarkirin

Li Şirnexê komplo hate şermezarkirin

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê derbarê salvegera 9'ê Cotmehê derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyeyê meşa meşaleyî pêk anîn.

Rêxistina BDP Şirnexê biboneya salvegera 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, meşa meşaleyî pêk anî. Di meşê de rêveberên BDP'ê endamên meclîsa bajar û şaredariyê rêveberên MEYA-DER û nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Li taxa Yeşîlyûrtê girseya ku li hev kom bû heta qada Cûmhûriyetê meş pêk anî. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û pankarta "Em Berxwedana Îmraliyê slavdikin. û "Bi ruhê pêngava 4'emîn em dîwarê Îmraliyê perçe bikin, Em rêber Apo Silav dikin" vekirin. Girê di meşê de bê navber "Bê serok jiyan nabe", "Em dê jiyana bêyî Ocalan bi ser we de hilweşînin" berz kirin.

Girseya ku gihişt qada Cûmhûriyetê rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir. Girseyê jî bi fişekên hewayî û keviran bersiv da polîsan. Bûyeran li nava taxan heta derengê şevê berdewam kir.