Li Şirnexê gelek zarok hatin binçavkirin

Li Şirnexê gelek zarok hatin binçavkirin

Piştî spartina cenazeyê gerîlayên HPG’ê Muhyettîn Îşlek ku li Çiyayê Cudî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, xwepêşendanan dest pê kir û polîsan êrîş kir. Di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket û gelek zarok hatin binçavkirin.

Gerîlayên bi navê Muhyettîn Îşlek (Cudî Zorava) ku li Çiyayê Cudî jiyana xwe ji dest da roja înê li Şirnexê spartin axê. Piştî definkirin ciwan li qada Omer Kabak hatin cem hev û dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ berzkirin. Ciwanan Cadeya Qilaban bi kevir û şewitandina lastikan rê li trafîkê girt. Polîsan êrîşê ciwanan kir û bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir.

Ciwanan bi kevir û molotofkokteylan bersiv da polîsan û demek dirêj pevçûn berdewam kir. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan avêtin şêniyên bajar li ser hişê xwe çûn.

Hate diyarkirin ku di bûyeran de gelek zarok hatine binçavkirin. Hat zanîn ku zarok birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û der barê wan de kar û barên fermî kirine.

Pevçûnan heta derengiya şevê berdewam kir û bi vekişîna polîsan bûyer bi dawî bûn.