Li Şirnexê di hefteyekê de herî kêm 49 cerdevanan çek danî

Li Şirnexê di hefteyekê de herî kêm 49 cerdevanan çek danî

Pevçûnên di 2’yê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê dest pê kirin didomin. 18 cerdevanên nexwestin biçin leşkeriyê daxwaznameyên xwe îstîfayê dan Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Di rojên borî de ji berheman sedeman 11 cerdevanan çek danîbûn. Bi vî awayî hejmara cerdevanên li navçeya Elkê çek danîn gihişt 29’an.

20 cerdevanên li gundên Elemûn û Aroşê yên navçeya Qilabana Şirnexê bi awayeke bi komî çekên xwe danîn. Hate zanîn cerdevanan daxwaznameyên xwe yên îstîfayê dabûn Fermandariya Tûgayê ya li gundê Bêcuh . hate diyarkirin ku hin cerdevanên din ji bo îstîfayê serî li Fermandariya Tûgaya Bêcuh dane, lê belê daxwazname hatine redkirin.

Her wiha, li gundê Heşet ê navçeya Berwarî ya Sêrtê jî 4 cerdevanan çek danîn. Li gundê Heşet 13 cerdevan hebûn. Çar cerdevanên bi navê Şukru Batıhan, Ramazan Bahadir, A. Celil Alptekin û Şemdin Akdag çekên xwe radestê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Berwariyê kirin. Tê payîn ku cerdevanên din jî ên li gund çekên xwe deynin.