Li Şirnexê di encama serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsan şevê din li taxên Bahçelîevler û Vakifkentê yên Şirnexê bi ser malan de girt. Di serdegirtnan de R.B. (17), Kamuran Kilinç (18), Hamza Kilinç û 4 kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn û 7 kes birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.