Li Şirnexê 4 kes hatin girtin

Li Şirnexê 4 kes hatin girtin

4 kesên 3 roj berê li Şirnexê hatin binçakirin, hatin girtin. 2 roj berê jî 7 kes hatin binçavkirin û hatin girtin. Di nava 3 rojan de li Şirnexê ji 18 kesên hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin.

Li Şirnexê di 26'ê Îlonê de polîsan li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di ser gelek malan de gir tû 7 kes binçavkirin. Ji 7 kesên hatin binçavkirin 3 kes serbest hatin berdan û 4 kes jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin. 4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê. 3 roj berê jî li navçeya Silopiyê 3 jê zarok 11 kes hatibûn binçavkirin û ji 11 kesan 7 kes hatin girtin. Li navçeya Silopiyê 7 û li Şirnexê 4 bi tevahî 11 kes hatin girtin.