Li Şirnexê 20 cerdevana çek danî

Li Şirnexê 20 cerdevana çek danî

Li gundên Elemûn û Aroş ên navçeya Qilabana Şirnexê tevî sercerdevanan 20 cerdevana bi awayeke komî çekên xwe danîn.

20 cerdevanên li gundên Elemûn û Aroşê yên navçeya Qilabana Şirnexê bi awayeke bi komî çekên xwe danîn. Hate zanîn cerdevanan daxwaznameyên xwe yên îstîfayê dabûn Fermandariya Tûgayê ya li gundê Bêcuh . hate diyarkirin ku hin cerdevanên din ji bo îstîfayê serî li Fermandariya Tûgaya Bêcuh dane, lê belê daxwazname hatine redkirin.