HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiya gerîlayan li navçeya Qilaban a Şirnexê de 2 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiya gerîlayan a li navenda Şirnexê de jî çawişek pispor hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li Botanê hatiye destpêkirin de agahî da û diyar kir ku li Qilabanê 2 leşker û Şirnexê jî çawişek pispor hatine kuştin.
LI QILABANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 27'ê îlonê de di saet 09.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê di navbera Gundên Elemûn û Arûşê de li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wih hat gotin; “Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê rê ji aliyê dijmin ve li çûn û hatinê hatiye qedexekirin. Herweha li dijî cihê çalakiyê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li daristanan destpêkiribû hîn jî berdewam dike.”
LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de di 26'ê îlonê de di saet 17.00'an de li navenda Şirnexê li dijî wesayiteke 3 çawuşên pispor tê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çawuşeke pispor hatiye kuştin, 2 çawuşê pispor jî birîndar bûne.
LI ÇEWLIKÊ OPERASYON
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 27'ê îlonê de di saet 04.00'an de li bajaroka Ilicalar a bi ser Çewlikê li dijî herêma Şehîd Serxwebûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin. Operaysona li herêmê hîn jî yekîneyên veşartî li derdora herêmên Şîrnan, Hop û Şehîd Rojger de hewldanên kemîn vedan û çavdêriyê berdewam dikin.”