Li Şirnexê 16 kes hatin girtin

Li Şirnexê 16 kes hatin girtin

Li Şirnexê ji 17 kesên çar roj berê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 16 kesên di nav de xwendekar, xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat jî heyî hatin girtin.

Li Şirnexê çar roj berê gelek polîs û tîmên taybet bi ser gelek malen taxan girtin. Di encama serdegirtinên malan de, 10 xwendekarên Zanîngeha Şirnexê, 2 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat bi tevahî 17 kes hatin binçavkirin.

17 kes duh piştî îfadeya wan li Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê hate girtin, veguhestin Edliya Şirnexê. 17 kes piştî dozger îfadeya wan girt bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dagehê heta derengiyê berdewam kir tenê kesê bi navê Mahmut Sevîk serbest berda û 16 bi îdîaya "di rêxistina KCK'ê ya ciwanan de cîh digirin" û "Tevlî çalakiyên dijzagonî" bûne hatin girtin.

Kesên hatin girtin navê wan wiha ne: Ridvan Katar, Veysî Çakan, Hamza Sondak, Siddik Otun, belavkarên Rojnameya Azadiya Welat Zekî Çelîk û Veysî Înal, Serokê Komeleya Zanîngeha Şirnexê (ŞODER) Mesut Kerpîş, xwendevanên zanîngehê Ridvan Demîray, Yakup Ogmen, Nursel Çorak, Cengîz Tekîn, Serhat Çelîkay, Naîl Olmez, Rojhat Erçel, Giyaseddîn Yegusey û Îlyas Arslan.