Li Şirnex û navçeyan nokteyên lêgerînê

Li Şirnex û navçeyan nokteyên lêgerînê

Li navenda Şirnex û navçeyên Qilaban û Elkê polîs û tîmên taybet nokteyên lêgerînê danîn û wesayîtan radiwestînin, kontrola nasname û wesayîtan dikin.

Hate ragihandin ku, di ketina Şirnexê nêzî Sîteya Pişeyî ya Şirnexê polîs û tîmên taybet nokteyên lêgerînê danîn û wesayîtan rawestînin û lêgerînekî dijwar dikin. Ligel lêgerîna wesayîtan nasnameyên welatiyan jî tên kontrolkirin û lêpirsîna GBT'ê dikin. Li navçeyên Elkê û Qilabanê jî di ketina navçeyan de polîs û tîmên taybet nokteyên lêgerînê danîn û wesayîtan lêgerîn dikin û li gel vê yekê welatiyan jî lêgerîn dikin. Hate hînbûn ku, pêkanîn berdewam dike.