Li Şengalê bav û kurek hatin kuştin

Li Şengalê bav û kurek hatin kuştin

Hat ragihandin ku li navçeya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê ku piraniya Şêniya wê Kurdên Êzidî ne, di encama êrîşek çekdarî de bav û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 29’ê îlonê de xortek êzidî tevî bavê xwe li nêzî Çiyayê Şengalê ji aliyê hin kesên çekdar ve ên ku nasnameyan wan nediyar ve hatin kuştin û sê kesên din ên sivîl jî birîdar bûn.

Çavkaniyên polîsan bûyerê piştrast kir û dan zanîn ku lêpirsîn berdewam dike, lê heta niha tu kes nehatine binçavkirin.