Li Şemzînanê tevgera hewayî

Li Şemzînanê tevgera hewayî

Li navçeya Şemzînan Colemêrgê piştî pevçûnên dijwar ku Walî ragihand ku, di pevçûnê de 2 leşker mirin û 7 jî birîndar bûn li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû.

Duh şev li bejahiya navçeya Şemzînanê di navbera gêrîla û leşkerên Tirk de pevçûnên dijwar rû dabûn. Walî duh di daxuyaniyekê de ragihand ku, di pevçûnan de 2 leşker mirine û 7 jî birîndar bûne, piştî pevçûnê balefirên şer yên ji Şemzînan û Geverê rabûn ber bi herêma pevçûnê Bêsosinê ve firiyan. Tevgera hewayî ya li herêmê didome.