Li Şemzînanê pevçûnên dijwar

Li Şemzînanê pevçûnên dijwar

Hate ragihandin ku, di navbera navçeya Şemzînan û Bajarokê Rûbarêkê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûnên dijwar rû dan. Herêma ku ji hewa ve tê bombebaran kirin pevçûn lê didomin. Hate ragihandin ku, di pevçûnan de mirî û birîndar hene.

Bi rojane ku pevçûnên li herêma navbera Şemzînan-Rûbarokê didomin, carek din pevçûn dijwar lê rû dan. Pevçûnên dijwar yên di navbera gundên Rûmûnûs, Evliya û Bêgertê destpê kirin, yekîneyên tîmên taybet tevlîbûn, her wiha balefirên şer jî herêmên pişta gund yên Şovedîn, Rêsegan, Kursîte û Kûrêmizgevtan bombebaran dikin. Li herêmê pevçûnên dijwar didomin, hate ragihandin ku di pevçûnê de mirî û birîndar hene.

Piştî pevçûnê rêya Rûbarokê hate girtin.