Hat ragihandin ku di encama pevçûna li navçeya Şemzînan a Colemêrgê herî kêm 4 leşker mirin û leşkerek birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, operasyonên li herêmê berdewam dikin û herêm ji aliyê balefirên şer ve tên bombebarankirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Tirk ji bo saet di 00.00 de bikeve Girê Konserve û dest bi operasyonekê kir, operasyona artêşa Tirk li rastî çalakiyên gerîlayan hat û li Genîştepe pevçûnên dijwar qewimîn.
Hat ragihandin ku vê sibê saet di 04.00-05.30 de leşkerên Tirk yên Alaya Garê (Tekel) ji 2 aliyan ve li herêmê dest bi operasyonê kirin û di navbera wan û gerîlayan de peçvûnên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên herêmî, herî kêm 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku balefirên şer ên artêşa Tirk ji şevê din ve li ser herêmên Şemzînan û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de ne, digerin. Hat diyarkirin ku Girê Konserve û derdora Garê hatine bombebarankirin.