Li Şemzînanê ji 5 gerîlayan agahî nayê girtin

Li Şemzînanê ji 5 gerîlayan agahî nayê girtin

HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê ku pevçûn hêj didome ji 5 gerîlayan agahî nayê girtin û nasnameyên wan aşkera kir.

HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev demek pevçûn bê navber li Şemzînanê didome û ragihand ku ji 5 gerîlayan agahî nayê girtin. Di daxuyaniya nivîskî de nasname bi rayagiştî re hatin parvekirin.

Daxuyanya HPG’ê wiha ye:

“Ev demeke li navçeya Şemzînan a Colemêrgê artêşa tirk bi armanca ku serweriya gerîla bişkîne opersyon dane destpêkirin û li dijî berxwendana gerîlayan derbeyên cidî girtine. Li vê qadê 5 gerîlayên me yên ku dmeek dirêje di pevçûnan de cih girtine agahî jê nayên girtin. Em bi baweriya ku dê rayagiştî û gelê me di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin, ji ber wê agahiya sîcîla a 5 gerîlayên xwe bi we re parve dikin.”

Nasnameya her pênç gerîlayanwiha ne:

Muhammed Necîp Çagan yê bi nasnavê Armanc, li Wanê ji dayik bûye

Zarîfa Soylu bi nasnavê Hêvîdar ii Amedê ji dayik bûye

Merve Ezgî Ozkan bi nasnavê Hîra li Colemêrgê ji dayik bûye

Cîhan Tekçe bi nasnavê Rizgar li Colemêrgê ji dayik bûye

Bekîr Şems bi nasnavê Rubar li bajarê Maku yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.