Hate diyarkirin ku, Cemaledîn Demîr ku li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê hate binçavkirin û di bin çavan de ji ber sedema îşkenceya giran rakirin nexweşxaneyê.
Kesê binavê Cemaledîn Demîr 14’ê Kanûnê dema ji nimêja înê derdiket, hate binçavkirin û li Midûriyeta Polînsa ya Navçeyê rastî îşkenceyê hat. Demîrê ku bi hinceta di derbarê wî de di çarçoveya doza KCK’ê de biryara lêgerînê heye, hate binçavkirin û ji ber îşkenceya dîtiye rakirin nexweşxaneyê. Demîrê ku ji ber sedema îşkenceya giran ya dîtiye, rûyê wî hemû û gelek deverên laşê wî reş û şînbûye, piştî li nexweşxaneyê hate dermankirin dîsan birin Midûriyeta Polîsan ya Şemzînanê.