Li Şemzînanê dema karwana leşkerî derbaz dibû teqîn pêk hat

Li Şemzînanê dema karwana leşkerî derbaz dibû teqîn pêk hat

Li nêzî navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di dema derbazbûna karwana leşkerî de du teqînên cûda rû dan. Çi daxuyaniyên derbarê teqînê de ka mirî yan birîndar hene nehatin dayîn.

Li gorî agahiyên hatine girtin, duh nîvê şevê karwanekî 50 wesayîtên leşkerî dema ji Şemzînanê ber bi Geverê ve diçûn, li nêzî Çeşmeya Qeymeqamtiyê du teqînên cûda rû da.

Çi daxuyanî derbarê teqînê de ka mirî yan birîndar hene nehatin dayîn.