Li Şemzînanê 3 mal di bin aşûtê de man!

Li Şemzînanê 3 mal di bin aşûtê de man!

Li taxa Yenîmahalle ya navçeya Şemzînan ya Colemêrg, 3 mal di bin aşûtê ve man. Ji ber ku xwediyê malan beriya aşûtê tedbîrên xwe girtin tu kes jiyana xwe dest nedan.

Li Şemzînan bi sedema berfa zêde bariya li taxa Yenî aşût ket ser 3 malan û mal di bin aşûtê de man. Ji ber ku xwediyê malan aşût ferq kir û ji malên xwe derketin kes di bin aşûtê de nema. 3 mal bi temamî bin aşûtê ve man. Bi sedema ku nîvê şevê dîrekên ceyranê qulipîn û ceyran çû. Her wiha hemû riyên navçeye hatin girtin.