Li Şemzînanê 2 leşker mirin, 7 jî birîndar bûn

Li Şemzînanê 2 leşker mirin, 7 jî birîndar bûn

Li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkeran de şerekî dijwar derket. Li gorî daxuyaniya Walî di şer de 2 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Li gundê Bêsosin yê Navçeya Şemzînana Colemêrgê di demjimêrê êvarê de di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên derketibûn operasyonê de şerekî dijwar rû da. Di şer de herî kêm 2 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar Bûn. Waliyê Colemêrgê jî daxuyani da û anî ziman ku, 2 leşker mirine û 7 leşker jî birîndard bûne. Piştî şer gelek helîkopterên kobra çûn herêmê û herêm bombebaran kirin. Operasyona hewayî ku bi piştgiriya helîkopteran pêk tê didome.