Hate ragihandin ku, li bejahiya navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derket û herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, di demjimêr 20’an de li bejahiya gundikê Gerget yê di navbera bajarokê Rûbarok û Şemzînanê de pevçûnê rû da. Di pevçûnê de herî kêm 2 leşkerên Tirk mirin û gelek jî birîndarbûn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, pevçûnek tund bû û dibe hêjmara miriyan zêde bibe.