Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê leşkerên bi pevçûnên di 23'ê tîrmeha 2012'an de destpê kirin û 5 mehan berdewam kirin nekarîn derbikevin, piştî şertên demsalê yên zivistanê dijwar bûn ber bî sînor ve sewqiyeta leşkerî û kontrolên rê zêdekirin.
Li navçeya Şemzînan leşkerê bi pevçûnên di 23'yê tîrmeha 2012'an destpê kirin û zêdehî 5 mehan berdewam kirin nekarin tevbigerin, piştî şertên demsala zivistanê dijwarbûn sewqiyeta leşkerî û kontrolên rê zêdekirin. Nokteyên leşkeran ên Qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemzînan de, Qereqola Bezelê, Bêdevê, Mewan, Navberûja ên li ser riya bejayî ya Rûbarok û Şemzînan zêdebûn.
‘WEKE EM LI WELATEKÎ DIN DIJÎN'
Riyên di mehên havînê de bêyî nokteyên lêgerînê piştî berf barî yekîneyên leşkeran hatin ser riyan û dest bi kontrolan kirin. Welatiyê ji Rûbarokê û nexwest navê xwe bide bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Weke em li welatekî din dijîn. Ji navçeyê heta bajarokê em ji 3 nokteyên lêgerînê derbaz dibin. Em li Qereqola Bêsosîn, Baregeha Mavan û Navberûjan tên rawestandin. Em girêdayî Şemzînanin. Em li vir dijîn. Em ji ber ewqas lêgerînan nerehetin."
Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê li baregehên leşkerî tankên bi navê "Firtina" hatin bi cih kirin û berê wan dan Başûrê Kurdistanê.