Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê şevê din Dibistana Seretayî ya Ataturkê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin.
Li gundê Şepetan yê navçeya Şemzînan ya Colemêrgê şevê din Dibistana Seretayî ya Ataturkê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin. Şevê din di demjimêr 01.30'an de komekê deriyê hesin yê dibistanê şikandin û ketin salona konferasê û salon dan ber agir. Piştî notirvanê dibistanê agahî da midûrê dibistanê yekîneyên îtfaiyeyê hatin û şewat vemirandin. Hate hînbûn ku, li dibistanê zirarekî mezin pêk hat.
Piştî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.