Li Şemizînanê pevçûnên dijwar

Li Şemizînanê pevçûnên dijwar

Hat ragihandin ku di saetên danê nîvro de di navbera gundên Ewliya û Robînûs ên navçeya Şemizînan a Colemêrgê de di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de pevçûnên dijwar dest pê kirin û heta niha berdewam dikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, îro di saetên danê nîvro de li gundê Robînûs û Ewliya yên Şemizînanê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk ku derketibû operasyonê de pevçûnên dijwar dest pê kirin. Hat ragihandin ku pevçûn berdewam dikin, herêm ji aliyê kobrayan ve tê bombebaran kirin û helîkopterên Skorsky jî leşkeran dadixe herêm.