Hat ragihandin ku li navçeya Şemizînan a Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de pevçûnek dijwar qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Bogazkoy ê ku 30 km ji navenda Şemizînanê dûr e, saet di 17.45 de pevçûnek dijwar qewimî. Hate zanîn ku helîkopter jî beşdarî pevçûnê bûne. Der barê mirî an jî birîndaran de tu agahî nehat bidestxistin. Pevçûna li herêmê didome.