Hate ragihandin ku, komek ya gêrîlayên HPG’ê li navçeya Tetwan ya Bedlîsê 7 makîneyên kar yên xebata rê dikirin şewitandin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, komek ya gêrîlayên HPG’ê di ser şantiyeyek ya di navbera gundên Duzcealan û Dîbeklî yên li ser rêya Tetwan-Wanê de girtin. Di dema serdegirtinê de gêrîlayan 7 wesayîtên kar yên li şantiyê agir pê xistin û şewitandin.
Hate ragihandin ku, di bûyerê de hemû wesayît êdî kêrî kar nayên, hate dîtin ku gelek wesayîtên îtfayê çûne cihê bûyerê.