Li Swîsre û Baskê çareseriya pirsgirêka kurd dê bê nîqaşkirin
Li Swîsre û Baskê çareseriya pirsgirêka kurd dê bê nîqaşkirin
Li Swîsre û Baskê çareseriya pirsgirêka kurd dê bê nîqaşkirin
Di pêvajoyeke de ku nîqaşên çaresriya pirsgirêka kurd û hevdîtinên Îmraliyê di rojevê de ne Bask û Swîsre dê ji konfenransên mijara wan pirsgirêka kurd re molavaniyê bikin.
Konferansa li bajarê Bern a Swîsreyê dê pêk were Koma Xebatê ya Kurd a Parlmanetoya Swîsreyê û Komeleya Mafê Mirovan a Kurd organîze dike.
Konferansa 23’ê sibatê ya bi ser navê ‘Rola Welatên bê alî ya di çarseriya pirsgisrêka kurd de’ dê li ser çar sernavan bê pêkanîn;
-Ji bo çareseriyê mînakên navnetewî
-Rola Swîsreyê ya di çareseriya pirsgirêka kurd de,
-ji bo pirsgirêka kurd stratejiyên çareseriyê,
-Rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgisrêka kurd de
Di nava kesên tevli konferansê dibin de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa, ji Koma Krîzê ya Navnetewî Dîdem Akyel, partiya Demokrat sosyal a Swîsreyê û ji Sînn Fîen nûner cih digirin.
Li Baskê di navbera 22-23’ê sibatê de Kongreya Lijneya Bask Sortu dê pêk were. Beriya kongreyê konferanseke bi sernavê ‘Pirsgirêkên cuda yên siyasî’ dê pêk were.
Di konferansê de nûnerên Bask û Kurd yên Filistînê, Sahraya Rojava, Kolombiyayê tevli bibin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û riyên çareseriyê vebêjin. Nûnera KNK’ê Nîlufer Koç û parlamenterê BDP’ê Nazmîr Gur jî dê tevli konferansê bibe.