Li Swêdê NCD-K a Dalarna Kongreya xwe pêk anî

Kurdistaniyên li herêma Dalarna ya Swêdê dijîn, duh li bajarê Borlaenge hatin cem hev û 4. kongreya xwe ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dalarna pêk anîn.

Kongreya ku di 16'ê Adarê roja 27. salvegera Komkujiya Helepçeyê de pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Kurdistaniyên li Helepçeyê ji aliyê rejîma Saddam ve hat qetilkirin û cangoriyên şoreşê, destpê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Fûad Bêrtî da xuyakirin, ku kongre di demeke li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bûyerên dîrokî diqewimin de pêk hatiye û destnîşan kir, ku girîng e Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li gorî pêwîstiyên têkoşînê xwe birêxistin bikin.

Bêrtî anî ziman ku hilbijartinên meha Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê û pêşeroja gelê Kurd gelekî girîng e û ragihand ku ji bo HDP bendê derbas bike, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li derveyî welat.

Bêrtî bang li Kurdistaniyên li Swêdê dijîn kir ku di 31'ê Gulanê de bi ruhê seferberiya li hemberî êrîşên li dijî Kobanê û Şengalê bikevin nava tevgerê û destekê bidin HDP'ê.

Li dû xwendina rapora kar, nirxandin û rexne hatin kirin. Hin ji delegeyan pêşniyar kirin ku projeyên xizmetê ji pêşketina çand û zimanê Kurdî re bikin werin amadekirin, xebatên ji bo jin û ciwanan werin xurtkirin û giranî ji projeyên civakî yên weke kooperatîfbûyînê re bê dayîn.

Di kongreya ku 200 delege lê amade bûn de rêveberiya ji 60 kesî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dalarna hat hilbijartin. Tevî komîsyonên dîsîplîn û kontrolê, 7 komîsyonên cuda hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dalarna Gûrbet Mûtlû û Îdrîs Ayik hatin hilbijartin.