Li Sûriyeyê leşkerek din ê Kurd hat kuştin

Li Sûriyeyê leşkerek din ê Kurd hat kuştin

Hat ragihandin ku leşkerê Kurd ê bi navê Fayîq Henîf di encama pevçûnek li bajarê Dêrzorê yê di navbera artêşa rejîma Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad de jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku ciwanê Kurd Fayîq Henîf ê 21 salî, ji gundê Qîbarê yê herêma Efrînê li dayîk bûye. Henîf gava li Derazorê leşkeriya rejîmê ya neçarî dikir, di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.

Herî dawî di 10’ê Îlonê de, pevçûnek li herêma Hufêra ya Şamê qewimî. Di encama pevçûnê de leşkerê kurd Nêçîrvan Hedat û 7 leşkerên Suriyeyê hatin kuştin. Cenazeyê Hedat li gundê wî hate definkirin. Dayika Hedat Zeynef Sîdo, got ku di dema pevçûnê de kurê wê li wê geriyaye û gotiye, "Vaye ez dibînim hevalên min li ber çavên min tên kuştin. Ez dixwazim bêm malê, lê nahêlin." Sîdo bang li hemû malbatên kurd kir û xwest ku zarokên xwe neşînin leşkeriyê.

Hêjayê gotinê ye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû.