Li Surguyê gefên li dijî Elewiyan didome

Li Surguyê gefên li dijî Elewiyan didome

Li bajaroka Surgu ya navçeya Wêranşara Meletiyê zext û gefên li dijî Elewiyan berdewam dikin.

Piştî aloziya dohulê ya di meha Remezana borî de çêbû, hewldanên tacîz û gefan ên li hemberî gelê Kurd û Elewiyan zêde bûn. Li bajaroka Surguyê nahêlin Elewî biçin qehwexaneyan, biçin bazarê û avê li ser zevî û baxçeyên wan dibirin. Hat diyarkirin ku Elewiyên li bajarokê di nava tirsê de ne.

Herî dawî, ji Elewiya Servet Evlî daxuyaniyek da û diyar kir ku ajotkarê traktora ku ji wan re tugla dianî, ji aliyê şêniyên bajarokê ve hatiye tehdîtkirin.

Evlî da zanîn ku ew ê li hemberî hemû gef û zextan ji navçeyê dernekevin.