Li Surguyê êrîşkar bûn mexdûr!

Li Surguyê êrîşkar bûn mexdûr!

Di îdînameya derbarê êrîşkarên li bajaroka Surgu ya Meletiyê êrîş birin ser malbateke Elewî de, 47 êrîşkar weke “mexdûr” hatin nîşandan.

Di îdanameya ji aliyê Serdozgeriya navçeya Doganşehîr a Meletiyê ve Di îdînameya derbarê êrîşkarên li bajaroka Surgu ya Meletiyê êrîş birin ser malbateke Elewî de, 47 êrîşkar weke “mexdûr” hatin nîşandan. Lê kesên li rastî êrîşê hatin tên tawanbarkirin.

Di îdîanameyê de hema bêje hemû şahidan li dijî malbata Evlî îfade dane. Cerdevan û leşkeran jî îdîa kirin ku wan arûyê êrîşkaran nedîtine, lê balkêş bû ku gotine wana dengê Servet Evlî bihîstine.