Li Stockholmê li dijî Erdogan û AKP'ê hêrsa mezin

Êrîşên bombeyî yên li Amedê li hemberî mîtînga HDP'ê hatin kirin, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandaneke girseyî hat protestokirin.

Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Meydana Sergelê civiyan dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan", "HDP gel e em gel in" û "Şehîd Namirin" qîriyan. 

Di çalakiya li ser banga Komeleya Jinên Kurd a Amara hat lidarxistin de, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Redar Lawen peyivî û êrîşên bombeyî Yên li Amedê şermezar kir. Lawen got, "Ez bawerim ku di dengdayîna sibe de HDP wê bi rêjeyeke bilind ji bendê derbas bibe, li parlamentê cih bigire û tevkariyê li çêkirina destûra bingehîn a nû bike." Lawen banga li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê de jî êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê hat şermezarkirin û bang li Kurdistaniyan û hemû dostên wan hat kirin ku sibe dengê xwe bidin HDP'ê.

...