Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi piştgiriya helîkopteran operasyonek berfireh hat destpêkirin.
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê li herema Çarkevirê bi piştgiriya helîkopteran operasyonek berfireh hat destpêkirin. Yekîneyên girêdayî Fermandariya Komando ya Navçeya Stewrê bi tevlîbûna tîmên taybet û piştgiriya tevgera hewayî operasyon hat destpêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî operasyon bi berfirehî didome.