Piştî duh li Êlih, Mêrdîn û Sertê di operasyona di bin navê KCK’ê de zêdeyî 80 kesan hatin binçavkirin, hate hîn bûn ku xebatkara NÇM’a Sêrtê Dîlber Ozbet jî hatiye binçavkirin.
Duh li Êlih, Merdîn û Sêrtê polîs, tîmên taybet û leşkeran di serdegirtina mal û kargeriyan de di nav de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, rêveberên BDP'ê MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê, ÎHD û ku gelek saziyên din jî hene, zêdeyî 80 kesan hatin binçavkirin. Piştî ku duh bajarê Sêrtê jî ji vê operasyonê para xwe girt li wir jî gelek kes hatin binçavkirin.
Hate hîn bûn ku di çarçoveya operasyona Sêrtê de, xebatkara Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Sêrtê Dîlber Ozbey jî duh li Stenbolê hatiye binçavkirin. Hate zanîn ku Ozbey, piştî hate binçavkirinê ji Stenbolê anîne Sêrtê. Duh di dema serdegirtinên Sêrtê de saziya NÇM’ê ji hatibû serobinkirin û polîsan dest danîbû ser gelek hard dîsk, qaset û pirtûkan.
Li aliyê din çav lê ye ku duh 15 kesê li Sêrtê hatibûn binçavkirin, îro li Miduriyeta Polîsan ya Sêrtê ifadeyan bidin.