Li Stenbolê jê 3 zarok 6 kes hatin girtin
Li Stenbolê jê 3 zarok 6 kes hatin girtin
Li Stenbolê jê 3 zarok 6 kes hatin girtin
Li 25 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin jê 3 zarok 6 kes hatin girtin.
Li navçeyên Bagcilar, Esenler, Kuçukçekmece, Gungoren û Bahçelîevlerê yên Stenbolê di 11'ê sibatê de di operasyonên hemwextî de di nav de 10 zarok 25 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.
Zarok li Edliyeya Bakirkoyê, kesên din jî sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 7 zarok serbest hatin berdan û 3 zarokên sewqî dadgehê jî hatin kirin hatin girtin. Ji 15 kesên sewqî Edliyeya Stenbolê jî hatin kirin piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeyên dadgehê Harun Açik û Vedat û Serhat ên paşvên wan nehatin zanîn hatin girtin. Hate zanîn ku 6 kes bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Derbarê kesên hatin de jî biryara kontrola edlî hate dayîn.