Li Stenbolê girtin û Mêrdînê binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê AKP/Qesrê ve didome. Di vê çarçoveyê de li Stenbolê 3 kes hatin girtin, li Mêrdînê jî 3 belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê AKP/Qesrê ve didome. Di vê çarçoveyê de li Stenbolê 3 kes hatin girtin, li Mêrdînê jî 3 belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin.
STENBOL
9 kesên ku di nava hefteyê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin ji wan 3 kesên derxistin pêşiya dadgehê hatin girtin.
9 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî 5 rojan birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Li vir piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 9 kesên bi îdîaya “endamên rêxistine ne” li dozgeriyê îfade dan; Gonûl Dogan, Ahmet Enes Çevîk, Ahmet Kaya, Tekîn Ant, Naîme kaya û Arîf Polatcan hatin berdan û Cîhan Temîzbaş, Murat Yavuz û Mîthat Sonmez jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.
Dadgehê jî biriyara girtinê ji bo her sê kesan da.
MÊRDÎN
Belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên navçeya Qosera Mêrdînê Ayşe Dogru, Erdem Kaymaz, Abdûrrahman Kaymaz duh êvarî dema diçûn malê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku belavkarên ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatin binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a navçeyê.