Li Şirnexê li dijî projeya 400 malan astengiya Walîtiyê
Li Şirnexê projeya 400 malan a ji bo malbatên ku malên wan hatine hilweşandin dihat avakirin, ji hêla Walîtiya Şirnexê hate astengkirin.
Li Şirnexê projeya 400 malan a ji bo malbatên ku malên wan hatine hilweşandin dihat avakirin, ji hêla Walîtiya Şirnexê hate astengkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku hikûmet li dijî tevahî projeyên alternatîf derdikeve, banga kilîlbûna li dor Şirnexê kir.
Qedexeya Kolanan a ku ji 14’ê Adarê ve li Şirnexê dewam dike, tevî bidawîbûna şerê li bajêr jî hê didome. Li Şirnexê ku 12 taxên wê hene; taxên Dîcle, Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yeşîlyûrt û Yenî Mahalle bi maşîneyên kar tên ruxandin, xanî û kargeh têne talankirin.
Ji bo Şirnexiyên ku piştî ruxînê wê bêmal bimînin, Şaredariya Şirnexê, Yekgirtina Şaredariyên Anatolyaya Başûrrojhilat (GABB) û Komaleya Alîkariyê ya Rojava projeyeke ku ji 400 malî pêk tê amade kirin û xebatên avakirinê dan destpêkirin.
Walîtiya Şirnexê li dijî vê projeya ku wê li eraziya Şaredariya Şirnexê bihata avakirin derket, xebat asteng kirin. Rayedaran diyar kirin ku eger avakirin bidome, wê malan xira bikin, ragihandin ku wê destûra ti projeyên alternatîf nedin.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez têkîldarî projeya malan ji ANF’ê re axivî.
Îrmez ragihand ku hikûmet û walîtî bi temamî li dijî vê projeyê rabûne û got; “Me hem rayedarên hikûmetê hem jî walîtiyê dîtin, lê bi ti şêwazî destûr nedan. Heta ji me re gotin, ‘ eger hûn çêbikin, em ê xira bikin.’ Malên ku plana wê hatiye kirin, wê belaş be, du qatî û 2 odeyî bin. Ji bo malbat karibin vê zivistanê bibihurin û herî kêm ji bo demekê lê îdare bikin wê bihatana çêkirin. Projeya hevpar a Şaredariya Şirnexê, Rêxistinên Civaka Sivîl û Komaleya Alîkariyê ya Rojava bû. Wê heman saziyan temamî baceya wê jî bidana.”
‘DIXWAZIN KOÇBERIYÊ MAYINDE BIKIN’
Îrmez anî ziman ku ji bo projeya xaniyan ew der ji hêla Şaredariya Şirnexê hatiye veqetandin, diyar kir ku xebatan dest pê kirine û wiha dewam kir; “Tevî vê jî encamekî erênî derneket holê. Biryarek siyasî ye. Ne bi xwe rêyek alternatîf çêdikin ne jî dihêlin em rêya xwe ya alternatîf bafirînin. Niha ji sedî 60’ê Şirnexê hilweşiyaye. Bi astengkirina avakirina van malan, dixwazin pêşî li vegera gel bigirin. Dixwazin koçberiyê mayinde bikin. Tenê dixwazin mexdûr bikin û nehêlin Şirnexî vegerin Şirnexê.”
‘EM Ê ALTERNATÎFAN AVA BIKIN’
Îrmez ragihand ku piştî proje ji hêla Walîtiya Şirnexê û hikûmeta AKP’ê hate astenkirin wê wek projeya alternatîf alavên avakirina malan bidin malbatan û got; “Em ê ji bo avakirina malan, malzemayan bidin malbatan. Ev malbat wê bi şaredariyan re li eraziyên xwe an jî cihên xwe yên kon malên xwe ava bikin.”
‘EM LI DOR ŞIRNEXÊ KILÎT BIBIN’
Îrmez destnîşan kir ku divê piştgiriya gelê Şirnexê bê kirin û li dor wê bê kilîtkirin, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Her malek hatiye xirakirin mala me ye, divê piştgiriya gelê Şirnexê bê kirin. Divê em xwedî li berxwedanê derkevin. Wê bi ti awayî nikaribin berxwedana me bişkînin. Polîtîkaya dewletê li vir bi temamî pûç bûye. Armanca wan koçberkirina gelê Şirnexê ye. Lê, tevî şer û mercên zehmet jî gel dest ji axa xwe bernedaye û li ber xwe daye. Niha pêwîst e em li dor Şirnexê kilît bibin.”