Li Şirnexê êrîşên topan berdewam dikin

Li Taxa Gundogdû ya Şirnexê li ser avahiyên bilind sekvan hatine bicihkirin. Di encama topbarana li ser Taxa Dîcle ya dorpêçkirî ye, li gelek malan şewat derket.

Êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk a li ser navenda Şirnexê berdewam dikin, li ser avahiyên bilind ên Taxa Gundogdû ya ku bend û xendek lê tinene, hatin bicihkirin. Li gorî agahiyên ji welatiyên herêmê hatin girtin, di serî de li ser avahiya Dibistana Seretayî ya Îstiklal û avahiya aîdî welatiyê bi navê Îdrîs Demîr û avahiyên bilind sekvan hatine bicihkirin. Welatiyên taxê anîn ziman ku dema di hundirê malê de ji ber şebekeyan re jî diçin dibin hedefa sekvanan, guleyan direşînin û di malê de nikarin bi asayî tevbigerin.

Li hember Taxa Dîcle  bi rojan e êrîşa bi topan bê navber berdewam dikin. Ji ber van êrîşan di hinek malan de şewat çêbû. 

Wesayîtên agirkujên şaredariya Şirnexê xwestin mudaxaleyî malên dişewitin bikin, lê piştî saetan destdûr hat dayîn. 

Duh şev bi 25 wesayîtên ve leşker sewqî navçeyê hatin kirin. Konvoya leşkerî ya ji Cizîrê derket rê xwe gîhand 23. Fermandariya  Tûmena Sînor.