Li Şirnex, Elbak û Dara Hênê çalakiyên gerîla

HPG da xuyakirin, ku li Şirnex, Elbak û Dara Hênê, di çalakiyên gerîla de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di sibeha 8'ê Cotmehê de, artêşa Tirk a li pêşberî çalakiyên hêzên me yên gerîla bêçare ma ye, rêya navbera Çelê-Colemêrg û gundên Dizê û Rindikê birî. Leşkerên bi wesayîtên zirxî ketin nava gundê Dawuşa, derî û paceyên gelek xaniyan şikandin, zerar dan bexçeyên gundiyan û gelek kes binçav kirin.

7'ê Cotmehê saet di 10:00 de, hêzên me dor li leşkerên artêşa TC ên li qada Deriyê Berroj a Şirnexê girtin û saet di 15:00 de li dijî wan çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

8'ê Cotmehê saet di 17:30 de, hêzên me yên YJA Starê, ji 2 baskan ve li dijî Qereqola Jendermeyan a li navçeya Elbak a Wanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyê de 2 jendermeyên tîmên taybet hatin kuştin.

5'ê Cotmehê, artêşa TC li qadên Kabaîlya, Înganî, Aşkîta û Karaxpûla yên Elbakê dest bi operasyonê kir. Di şerê vê operasyonê de gerîlayekî me şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre ji raya giştî re bê ragihandin.

Artêşa TC û cerdevan li şantiyeya li gundê Avnik ê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê teqemeniyan çêdikin. Li ser vê yekê, hêzên me di 8'ê Cotmehê saet 13:30 de, ji bo hişyarkirinê li cerdevanên ji gundê Avnik diçûn şantiyeya xistin.

7'ê Cotmehê saet di 09:00 de, yekîneyeke me li mintiqeya Deşta Alan a li navçeya Kirikhan a Hatayê li dijî stasyona bazê ya Turkcell-Vodafone û Avea çalakiya sabotajê kir. Di encamê de ev stasyona bazê rûxiya."