Li Şirnex, Colemêrg û Amedê herî kêm 35 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de ku li Şirnex, Colemêrg û Amedê li dar xistin, herî kêm 35 leşker hatin kuştin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de ku li Şirnex, Colemêrg û Amedê li dar xistin, herî kêm 35 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî dewleta Tirk a ku hewl dide di her firsendê de dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê rewa bike, çalakiyên gerîlayan dewam dikin. HPG’ê têkîldarî detayên operasyonên têkçûyî ya dewleta Tirk û çalakiyên gerîla ev gotin;
ŞIRNEX
“22’yê Cotmehê artêşa TC li dijî qada Deriyê Dawetiya ya li qada Qileban a Şirnexê operasyonek li dar xistibû. 23’yê Cotmehê hêzên me li qûntarê Deriyê Dawetiya li dijî komek leşker ku koordîneya operasyonê jî tê de bû, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de li gel koordîneya operasyonê, bi giştî 6 leşker hatin kuştin. Bi awayekî hemwext gerîlayên me bi çekên RPG-7 û çekên ferdî ve bi awayekî bi bandor li leşkerên ku xwe li gir bi cih kiribûn dan û li vir jî 4 leşker hatin kuştin.
Şerê li qada Deriyê Dawetiya ya ku balafirên şer jî bi awayekî giran bombe kirin, heta 24’ê Cotmehê dewam kir. Di encama çalakiyên gerîlayên me de 4 leşkerên din jî hatin kuştin. Di şerê operasyonê de ku 24’ê Cotmehê neçar ma vekişe, 4 gerîlayên me bi şerekî berxwedana mezin sekneke ku operasyona artêşa Tirk bêencam kirin nîşan dan. Gerîlayekî me jî ji hêla dijmin dîl hatiye girtin.
Hevalê me yê ku ji hêla dijmin dîl hat girtin Denîz Mazlûm (Omer Levent) e.
27’ê Cotmehê ji saet 16.00’an heta danê êvarî saet 01.00’an qereqola Elemûnê ya girêdayî Qilebana Şirnexê qûntarê girê Zendûra da ber obus û hewanan.
COLEMÊRG
27’ê Cotmehê saet 05.10’an li dijî girê Harûna yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê, gerîlayên me ji 5 baskan ve bi çekên ferdî, navîn û bombeyan çalakiyek li dar xistin. Baskê yekemîn ket gir, bi B-7 û bombeyan bi awayekî bi bandor lê dan û 2 çeper rûxandin. Di şerê demkurt de gerîlayekî me birîndar bû. Baskê duyem, sêyem, çarem û pêncemîn jî ji nêz ve bi çekên navîn û ferdî li yekîneyên dijmin xistin. Li vir şer nîv saetê dewam kir. Dîsa yekîneyek din a gerîlayên me jî leşkerên li gir kirin hedef. Artêşa Tirk piştî çalakiyê heta saet 09.00’an qadên Geliyê Xumarov, Geliyê Tuyê û gundê Kola da ber obus û hewanan. Encama çalakî û şer nehat zelalkirin.
27’ê Cotmehê saet 12.00’an li nêzî girê Şehîd Zekî yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên me li dijî yekîneyek leşkerî ku ji 40 kesî pêk dihat, çalakiya sabotajê li dar xistin. Bi çalakiyê re hemwext jî ji nêz ve li van leşkeran dan. Di encama çalakiyê de li gel payebilindekî 3 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC ji qereqolên derdor qad da ber obusan.
27’ê Cotmehê saet 12.00’an gerîlayên me li dijî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Bi awayekî bi îsabet li cihê ku 15 leşker bi komî sekinîbûn ket û li vir 4 leşker mirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk qad bi obus û hewanan bombe kir.
27’ê Cotmehê saet 15.00’an hêzên me li dijî leşkerên li girê Kordîne rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de leşkerek mir, lê encamên din nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê domahiya 2 saetan leşkeran qadên derdora xwe dan ber obus û hewanan. Saet 17.00’an jî balafirên şer girê Şehîd Mûnzûr bombe kirin.
28’ê Cotmehê (îro) saet 08.00’an gerîlayên me li dijî 2 çeperên li qûntarên girê Şehîd Cahîd çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeperek li gel 2 leşkerên tê de hat rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe da ber hewan û obusan.
ÇEWLIK
Operasyona ku artêşa TC li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê dabû destpêkirin hê jî dewam dike. Detayên vê operasyonê wê piştre bêne ragihandin.
AMED
25’ê Cotmehê artêşa TC li qada Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê operasyonek dabû destpêkirin. 25 û 26’ê Cotmehê gelek der û qûntarên Keçî û Ziyaret bi hewan û obusan bombe kirin. 27’ê cotmehê li nêzî gundê Şelê leşkerên ku diçûn girê Peyva hatin hedefkirin û saet 11.00’an li dijî koma leşkeran a ji 6 kesan pêk dihat çalakiya sabotajê hat lidarxistin. Saet 11.10’an komek leşkerî ya ji 50 kesan pêk dihat xwe li girê Cahîd bi cih kirin. Ev koma ku koordînasyona fermandariya operasyonê jî tê de bûn, ji hêla gerîlayên me hat hedefkirin. Li dijî leşkerên ku li 3 çeperan kom bibûn 3 çalakiyên cuda yên sabotajê hatin lidarxistin û di encama her du çalakiyan de 10 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Medyaya şerê taybet li vir behsa 2 kuştiyan dike. Encama li vir wek hat gotine. Ev operasyona bi awayekî bêencam danê êvarî vekişiya. Ji ber topbarana piştî operasyonê agir bi eraziyê girt. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku li Dersîm, Çelê û Garzanê şehîd bûne hatiye lidarxistin.
26’ê Cotmehê mabeyna yekîneyek leşkerî ya xwe li nêzî qereqola Hêgasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê bi cih kirî û leşkerên qereqolê de, ango bi hev ketin, şer qewimî. Leşkerekî yekîneya veşartî miriye.
MÛŞ
22’yê Cotmehê mabeyna yekîneyek gerîlayên me ku ji bo wezîfeyê çibû gundê Bostankent ê girêdayî navenda Mûşê û leşkeran de şer rû da.”
NASNAMEYÊN 5 GERÎLAYAN
Nasnameyên gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane wiha ne;
Nasnav: Rûbar Korkmaz
Nav û Paşnav: Cahît Korkmaz
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Sevîm - Fazil
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’yê Cotmeha 2016’an / Mûş
Nasnav: Devrîm Cûdî
Nav û Paşnav: Abdûllah Şahînoglû
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Aysel - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Cotmeha 2016’an / Şirnex
Nasnav: Navdar Amed
Nav û Paşnav: Faysal Oztekîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Fîkriye - Abdûlvahap
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Cotmeha 2016’an / Şirnex
Nasnav: Nûman Amed
Nav û Paşnav: Kadîr Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Şerîfe - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Cotmeha 2016’an / Şirnex
Nasnav: Rubar Amed
Nav û Paşnav: Hakan Topkaya
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Emîne - Huseyîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Cotmeha 2016’an / Şirnex