Li Sineyê li dijî darvekirinan nerazîbûnên gel

Li Sineyê li dijî darvekirinan nerazîbûnên gel

Darvekirina 5 kesên ji Sine û radestnekirina cenazeyên wan, li bajêr bû sedema nerazîbûnên gel. Hêzên rejîmê jî li hember nerazîbûna Sineyiyan ku tedbîrên berfireh girtine, hema bêje bajar dorpêç kirin.

Beriya bi çend rojan rejîma Îranê 5 kesên ji bajarê Sine li girtîgeha Qizl Hêsar darvekirin û cenazeyên wan jî radestî malbatên wan nekir.

Li gorî agahiyên dawî yên ji Rojhilatê Kurdistanê bi dest ketine, duh ji ber vê yekê li bajêr gel bi hêrs bû û rejîma ditirse ku li Sine çalakiyên girseyî werin lidarxistin.

Tê gotin ku hêzên rejîmê jî li hember vê îhtîmalê, li bajêr tedbîrên ewlekatiyê zêde kirine û gelek deverên Sine hatine dorpêçkirin.

Li gorî agahiyan, bi amadebûna fermandarên serbazî û Besîcî, spay pasadaran hatiye erkdarkirin ku li bajêr kontrolê zêdetir bike.

Hate zanîn ku tevî hemû zext û hewldanên rejîmê ên çavtirsandinê, rewş li Sine aloz bû û bi belavok û kurtenameyên elektronîkî bi rêya telefonan bang li gel tê kirin ku roja pêncşemê bi xwepêşandanên girseyî nerazîbûna xwe bîne ziman.