Li Silopiyê 3 zarok hatin girtin

Li Silopiyê 3 zarok hatin girtin

Li navçeya Silopî ya Şirnexê di serdegirtina malan de ji 7 kesên hatin binçavkirin jê 3 zarok hatin girtin.

Li navçeya Sliopiyê ya Şirnexê duh polîsan li taxên Barbaros, Cûdi, Başak û Dîcleyê de di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 7 kes binçavkiribûn. Ji 7 kesan 3 zarokên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin, li dadgehê hatin girtin. Zarokên bi navê F.T. (16), R.E. (16) û T.Y. (16) bi îdîaya "Tevl çîalakiyên li bajar bûne" û "Propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. 4 kesên din jî lêpirsîna wan ya li Midûriyeta Polîsan ya Silopiyê didome.