Li Silêmaniyê 10 partiyên siyasî komkujî şermezar kir

Li Silêmaniyê 10 partiyên siyasî komkujî şermezar kir

Li bajarê Silêmaniyê bi armanca şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd ku li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê hêzên nediyar ve hatin qetilkirin çalakiya şermezarkirina komkujiyê hat lidarxistin.

Li herêma Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi tevlibuna dehan partiyên siyasî, saziyên civakî, kesayetên navdar û gelê navenda bajarê Silêmaniyê û derdorê wê çalakiya şermezar kirina 3 siyasetmedarên Kurd bi meşê hate şermezar kirin. Çalakiya ku li ber Baxê Giştî yê bajêr destpêkirî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Bizava Rizgarîxwaza Kurdistan’, ‘Jin Jiyane’, ‘Bijî Serok Apo’ heta ber Mizgefta Mezin ya bajêr meşiyan. Dema kû meşa çalakgeran gihiştî ber Mizgefta Mezin di derbarê bûyerê û şermezarkirina bûyerê de daxuyaniyên partiyên siyasî û saziyên civakî hatin xwendin.

Di naveroka hemû daxuyaniyên partî û saziyên civakî de komkujiya damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK ya Parîsê Fidan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hate şermezar kirin. Herwiha dilsoziya xwe jibo şehîdên Kurdistanê bitaybet jibo 3 şehîdên jin kû li paytexta Parisê hatine qetilkirin anîn dan diyar kirin. Di hemû daxuyaniyên hatin dayîn de ji dewleta Fransa hate xwestin kû bi awayek ciddî li ser vê bûyerê bisekine û di demek herî kurt de kesên komkujî pêkanî eşkere bike. Piştî li cihê çalakiyê daxuyaniyên çapemeniyê hatin xwendin çalakvan bi avêtina sloganan belav bûn. Partiyên ku îro tevlî çalakiyê şermezar kirinê ya komkujiya siyasetmedarên Kurd bûne ev in:

PÇDK, Yekgirtoyî Îslamî Kurdistan, Bizûtnewey Goran, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan, Komeleya Îslamiya Kurdistan, Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistan, Hizbî Ayendey Kurdistan, Partiya Parêzgaranî Kurdistan, Partiya Neteweyî Kurdistan, Hizbî Pêşkewtinxwazî Demokrata Kurdistan.