Ji bo şermezarkirina komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ya siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wê li Silêmanî û Xaneqînê xwepêşandan werin li darxistin. Bi tevlîbûna 10 partiyên siyasî dê komkujî were şermezar kirin.
Li gorî nûçeya malpera Chatrpress li herêma Kurdistanê bajarê Silêmaniyê ji bo şermezar kirina komkujiya sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakî tê li darxistin. Çalakî îro di demjimêr 14:30’an de ji Baxê Giştî yê destpê dike û bi meşê wê heta ber Mizgefta Mezin berdewam bike û wê 10 partiyên siyasî tevlî çalakiyê dibin.
Partiyên kû wê sibê tevlî çalakiyê şermezar kirinê ya komkujiya siyasetmedarên Kurd bibin evin: PÇDK, Yekgirtoyî Îslamî Kurdistan, Bizûtnewey Goran, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan, Komeleya Îslamiya Kurdistan,Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistan, Hizbî Ayendey Kurdistan, Partiya Parêzgaranî Kurdistan, Partiya Neteweyî Kurdistan, Hizbî Pêşkewtinxwazî Demokrata Kurdistan.
XANEQÎN
Li navçeya Xaneqîn jî ji bo komkujiya sê siyasetmedarên Kurd ya li paytexta Fransa Parîsê û biryara dardekirina Zanyar û Luqman Mûradî ya ji aliyê Rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye dayîn. Ji bo bilindkirina dengê Ehlam Mensûr wê îro di demjimêr 16:00’an de çalakiya şermezar kirinê were li darxistin. Bivê bûneyê komiteya amedekar ya çalakiyên Silêmanî û Xaneqînê bang kir ku, pêwîste hemû kes tevlîbûna xwe ji çalakiyê re çêbike da bikarîn bi aweyek bihêz û tund û bi yek dengî komkujiyê şermezar bikin.