Li Sêrtê ji ber berfa zêde ku 2 rojin dibare, rêyên 42 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin.
Li Sêrtê û herêmê 2 rojin berf dibare. Li navçeyên Berwarî, Baykan, Dih û Şirvanê yên Sertê ji ber berfa zêde rêyên 42 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. Ji ber berfa zêde û rê hatin girtin welatî li gundên xwe asê man û mexdûr bûn. Hewldana vekirina rêyên gundan berdewam dikin.