Li Sêrtê polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçavkirin.
Li Sêrtê yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li taxa Conkbayirê bi tevlîbûna tîmên taybet û hêzên çevîk di ser gelek malan de girtin. Di serdegirina malan de polîsan Serokê DEHAP'a berê yê Tillo Metin Beydogan, Adnan Beydogan û Mehdî Aykaç binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin polîsan ew birin Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê.