Li Sêrtê 2 leşker hatin kuştin

Li Sêrtê 2 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan li hemberî operasyona li herêma Garisa ya Sêrtê de 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di çarçoveya Tevgera ‘Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda’ de li herêma Garisa 2 leşker hatine kuştin û got;

“Di 21'ê Îlonê de di saet 09.30'an de li Sêrtê li herêma Bilikê ya bi ser Garisayê ve li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî herêma Garisayê derketibûn operasyonê de ji aliyê gerîlayên me ve di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşekrên dijmin hatine kuştin, çawuşeke pispor û cerdewanek jî birîndar bûne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serweriya gerîlayan ya li herêmê didoeme û ev agahî da: “Artêşa dagirker a tirk ê li beramberî tevgera şoreşgerî de serweriya xwe ya li herêmê wenda kiriye di 23 Îlonê (îro) danê sibê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî Geliyê Setkarê operasyonek li dar xistiye. Di 23'ê Îlonê (îro) di saet 06'an de li dijî herêma Kato Jîrka ya bi ser Elkê ye bi helîkopterên kobrayan û balefirên şer hatiye bombebarankirin. Dîsa di heman rojê di navbera saet 07.00-08.00'an de li dijî Zozanên Laleşînê bi helîkpterên kobrayan hatiye bombekirin.”