Li gundê Boşî yê girêdayî Sêrtê 15 cerdevana çûna operasyonan red kir. Hate ragihandin ku, leşkeran li heman gund zext li 40 kesan kirine ku bibin cerdevan.
Li gundê Boşî yê girêdayî Sêrtê hefteya borî 15 cerdevanên ku nepejirandin biçin operasyona, hate îdîakirin ku dest danîne ser çekên wan.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, li heman gund leşker zextê li 40 kesan dikin ku bibin cerdevan.